• Wednesday, 11 February 2026
logo

'Serokkomar derbarê kesê cîhê Ebdulmehdî de destbikar bibe de, li gel şîeyan dicive'

Gulan Media January 20, 2020 Nûçe
'Serokkomar derbarê kesê cîhê Ebdulmehdî de destbikar bibe de, li gel şîeyan dicive'
Serokê fraksiyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Cemal Koçer ragehand, serokkomar bo diyar kirina kesekî di cîhê Adil Ebdulmehdî de, dê li gel kutleyên şîe bicive.

Cemal Koçer ji BasNewsê re ragehand, hêzên Iraqê nikarin bi rêjandina xwînê ve dawî bi xwepêşanderan bînin. Ji ber civaka navnetewî jî çavdêriya rewşê dike.

Cemal Koçer got, vê heftiyê serokkomarê Iraqê Berhem Salih bo zelal kirina peywira serokwezîrê Iraqê, dê li gel kutleyên siyasî yên şîe bicive.

Serokê fraksiyona Yekgirtûya Îslamî dibêje, rewşa Iraqê dê bi du rêyan aram bibe, yan dawî bi xwepêşandanan dê bê anîn, an jî divê serokwezîr bê zelal kirin.

Basnews
Top