Li Yemenê 45 kes hatin kuştin
Çapemeniya Yemenî li ser zarê rayedarên tendirostî yên bajarê Marib belav kirine ku di encama êrîşa han de herî kêm 45 leşkerên hikûmetê hatine kuştin û bi dehan leşkerên din jî birîndar bûne.
Weke tê zanîn ev çend care di navbera çekdarên husî û hêzên hikûmetê de agirbest tê ragihandin lêbelê ev yek serkeftî nabe û şer didome.
