Konsolê Holendayê li Hewlêrê: Em dê çend projeyan bo ciwanên Kurdistanê ragihînin
Willem Cosijn, Konsolê Holendayê, di dema beşdariya li bernameya ‘Nûroj’ a radyoya Rûdawê, ragihand, “Programa ‘Orange Corners Erbil’, programeke cîhanî ye û me li Bexda û Hewlêrê jî dest pê kiriye. Armanca me ew e ku bibe çavkanî û destpêkek bo wan kesên dixwazin weberhênanê bikin. Hejmareke zêde ya Kurdan li Holenda dijîn. Aşînayiya min li gel Kurdan heye û gelek kêfxweş im ji karkirina li Hewlêrê.”
Ew konsolê Holendî, ciwanên Kurdistanê bo weberhênanê hand dide û dibêje, “Eger te karê xwe yê taybet hebe, gelek baştir e ji wê yekê ku kar bo kesekî din bikî. Nabe her tim çavê te li hikûmetê be. Eger wiha bikî, hikûmet jî ji te re dibêje here bo xwe kar bibîne.”
Konsolê Holendî zelal dike ku kompaniyên mezin ên Holendayê nikarin temenekî dirêj ê serkevtî hebe eger çavê wan li hêz û enerjiya ciwanan nebe û radigihîne ew fikrên biçûk ên ciwanan tînin û girîngiyê pê didin heta ku dikin projeyeke mezin. Konsolê Holendayê dibêje, “Armanca me ew e heman şêwazê karkirinê veguhêzine Herêma Kurdistanê jî, me programeke taybet heye û hejmara programan bo maweyê 3 meh e. Em di her programê de 20 projeyan radigihînin û di 3 salên dahatû de, 6 progmanên me dibin.”
Li gor Willem Cosijn jibilî petrol û enerjiyê, karkirina li kertên din li Herêma Kurdistanê û Iraqê weke pêwîst kar tê de nayê kirin û amaje bi wê dike, “Çavê me li wê ye ku em li gel hev, li gel ciwanên Kurd projeyan li kertên din bikin û weberhênanê bikin. Bi taybetî kertê kiştûkal û avê. Beşek ji projeyên me ew in ku li zanîngeh û peymangehan rahênan dest pê dike. Bo wê mebestê jî me peywendiyeke baş di navbera zanîngeha Selaheddîn û zanîngehên Holendayê de pêk aniye. Herwiha em li gel Wezîrê Kiştûkalê kar dikin ji bo ku navendekê bo şarezayên kiştûkaliyê yên Holendî û Kurdistanê pêk bînin bo ku planên berdewam hebin ji bo baştirkirina kertê kiştûkaliyê, ji hemûyê girîngtir jî berdewambûna projeyê ye ku armanca me ye.”
David Tannourji, Rêveberê Programa ‘Orange Corners Erbil’ jî bû mêvanê ‘Nûroja’ Radyoya Rûdawê û ew jî dibêje, “Armanca me ew e ku xelkê bawerî bi xwe û şiyanên xwe hebe û bikarin kar û weberhênana xwe hebin. Ev projeya me helêk e bo wan. Me kêmasî di weberhênanê de bedî kirine. Li kertê kiştûkal û avê de, em weberhênanê dikin û di qonaxa sêyem de em bi rêya medya civakî palpiştiya xwe radigihînin û li medyayê kar bo dikin.
Wê projeyê ev 2 meh dest pê kiriye, yekem rahênan bo girîngîpêdana bazirganiyê rêk dixin û kesên şareza û pispor weke rahêner û mamoste kar dikin. Hemû jî xelkê Kurdistanê dibin. Rêveberê programa ‘Orange Corners Erbil’ dibêje, “Girîng e sûd ji wan Kurdan bê wergirtin ew ên ku bo rahêneriyê şareza ne. Ew rahêner kasên serkevtî û cihê baweriyê ne li gel me. Em piştrast in ji wê ku ciwan dê sûd ji azmûna wan werbigirin.”
David Tannourji, dibêje jî, “Em dixwazin ciwan beşdar bin. Rêxistina Nahkumî a navxweyî û derve jî dixwazin beşdar bin û piştgiriya wê projeyê dikin. Çendîn rêxistinên kerta taybet û kompanya li Kurdistanê, piştevaniyê li projeya me dikin û dibin sponsorên me.”
Derbarê mercên beşdarbûna ciwanan bo programê, rêveberê programa ‘Orange Corners Erbil’ dibêje, “Mercên me ne dijwar in. Her ciwanê temenê wî di navbera 18-35 de be û rûhê dahênanê hebe, dikare beşdar bibe. Lêbelê divê rûniştvanê Kurdistanê be û xwedî fikr be, herî kêm kesekî çalak be û hinek ger û lêkolîn bo projeyekê kiribin. Merc nîne Kurd an Iraqî be, her kesê ku li vî welatî bijî derfeta beşdarbûnê heye, taybetî jî bo koçberên li nav kampan.”
Willem Cosijn, Konsolê Holendayê, di dawiya bernameyê de, behsa jiyana xwe ya taybet kir li Hewlêrê û got, “Ji roja hatime Kurdistanê min 6 kîlo wergirtine, goşt gelek dixwim, lêbelê li vê derê hezkirina min zêde li felafil heye dema ku goştê berx, şîr û maseya xemilandî ya Kurdistanê dibînim arezûya min bo xwarinê zêde dibe. Lê ev baş nîne divê haya min ji min hebe.”
Hinek zanyarî derbarê aboriya Holendayê de
Aboriya Holendayê weke aboriyeke vekirî tê naskirin ku piranî pişt bi bazirganiya li gel welatên derve girêdaye, wate hawirde û hinardekirin. Ew jî piştbest in bi Bendera Rotterdamê ku mezintirîn bender e li Ewropayê.
Kerta kiştûkaliyê ya Holendayê, yek ji wan kertên çalak ên wî welatî ne ku sala 2019an nêzikî 3 milyar euro, wate nêzikî 3 milyar û 300 milyon dolar, dahatê wê hebûye ku her çend e, hêza karê Holendî li nav kerta kiştûkaliyê ji 2% kêmtir e.”
Di maweyê 10 salên derbasbûyî de, hejmara projeyên bazirganiyê yên biçûk ku ji yek heta 49 karmendan li xwe digire, zêde bûne.
Zêdetir ji 225 hezar projeyên bazirganiyê yên biçûk ku yek kes li xwe digire, dest pê kirine. Zêdetir ji milyonek projeyên bazirganiyê yên biçûk bi du kesan dest pê kirine û rêjeya bêkariya ciwanan heta dawiya sala 2019an nêzikî 6.7% bû.
Rudaw
