• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serokê Partiya Geşepêdana Tirkmenî: Em di vê qonaxê de piştgiriya Mesrûr Barzanî û Hikûmeta xwe dikin

Gulan Media January 13, 2025 Nûçe
Serokê Partiya Geşepêdana Tirkmenî: Em di vê qonaxê de piştgiriya Mesrûr Barzanî û Hikûmeta xwe dikin

Rêveberiyekî Tirkmen li Herêma Kurdistana Iraqê dibêje, ew wek civak li pişt hikûmet û hewlên serokwezîr Mesrûr Barzanî ne û piştrast in ku Bexdayê ev mijar siyasî kiriye û dibêje: “Bexda dixwaze bi vî mafê bingehîn pirsgirêkên stratejîk, mafên neteweyî û destûrî bi Herêma Kurdistanê re pêk neyne.”

Serokê Partiya Geşepêdana Tirkmenî Mihemed Seidedîn, ji BasNewsê re ragehand, "Em ê weke Pêkhate  di vê qonaxê de piştgiriya hikûmeta xwe û serokwezîrê wê bikin, ku niha jî li ser asta cîbicî kirinê li Herêma Kurdistanê hewl daye pirsgirêkên Herêma Kurdistanê çareser bike, bi taybetî di demekê de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji gelek aliyan ve di bin fişarê de ye, di gelek aliyan ve qeyranê bo tên kirin, Mesrûr Barzanî hewl daye bi awayekî pir bi rêk û pêk û reformxwaz pirsgirêkê çareser bike, bi taybetî di wê rewşa ku Herêma Kurdistanê rûbirûyê pirsgirêk mezin bûye, ku di rastiyê de ew kêşe ji bo dagîrkirina gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê tên afirandin.”

Ew berpirsê Tirkmenî dibêje, Di civîna duh a li gel aliyên siyasî û berpirsên Herêma Kurdistanê yên li Hewlêr û Bexdayê de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê vê rastiyê eşkere kir ku, Bexda dixwaze hemû gelê Kurd, hemwelatî û hikûmeta Kurdistanê bi pirseke biçûk ve mijûl bike, ku ew mafekî bingehîn e û stratejiyeke me heye. û pêwîste em kar li ser bikin, bi taybetî di rewşa niha ya Rojhilata Navîn de.”

Herwaha dibêje: “Di vir de pirsiyarek heye, berî sala 2014ê, her çend dabeşkirina mûçe û sîstema xanenişînan li Herêma Kurdistanê ne bi dilê gelek partî û aliyên opozisyonê nebû, rexmê wê demê  projeya çaksazî û proseya çaksaziyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatibû cîbicî kirin, lê mehane mûçe dihat, ew jî ji ber wê bû ku hikûmeta wê demê ya Bexdayê hişta ew prose weke kart bi kar neanîbû, lê niha ew mijar gelek rone, ku pirsgirêk Bexdayê avakiriye û xelkê Kurdistanê ceza dike, pirsiyar eve; gelo li wan bajarên Iraqê ti astengiyek di mûçede nîne, ku Bexda mûçeyên wan jî rawestîne û need û tu bêjî divê ew astengiye bê çareserkirin? Di vir de mijar aşkeraye ku ew pirsgirêk hatiye siyasî kirin, heta di dema DAIŞê de jî mûçe ji bo navçeyên di bin destê DAIŞê de dihatin şandin, ji ber wê jî em li pişt hikûmeta xwe ne li dijî zulma Bexdayê û wek civak bi yekdengî li pişt serokwezîr in. bi cih neanîna mafên xwe yên destûrî û netewî kirin, ji ber ku tişta ku em dibînin ew e ku Mesrûr Barzanî tişta ku ji bo bersiva daxwazên Bexdayê hatiye dayîn, kiriye, lê Bexdayê mijara mûçeyan siyaset kiriye û dixwaze gelê Kurd ji cîbicîkirina mafên xwe yên destûrî û netewî dûr bixe.”

 

 

Basnews

Top