Herêma Kurdistan di milmilanêyên welatan de li ser axa Îraqê ne alîgire
Sê serokatîyên Herêma Kurdistanê û alîyên sîyasî zû redkirin piştîvanîya bereyekê bikin dijî bereyeke din. Di beranber de, Herêma Kurdistanê sîyaseta hevsengîyê peyrew kir. Hoşdarîya wê yekê jî da ku nabe Îraq bibe cihê yek alîkirina nakokîyên Herêmî û nêvdewletî.
Pêşnîyaz dihêt kirin, Herêma Kurdistanê bo paraztina peywendîyên xwe li gel welatên dijber nwênerînîyeka bihêz li paytextê wan welatan hebe, daku wê peyama Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve bigehîne.
Li gor şarezayan û alîyên sîyasî, tevî ku herêma Kurdistanê hevsengî di peywendîyên xwe de paraztîye, hewil jî daye alîyên nakok tenê bi rê ya danûstandinan arîşeyên xwe çareser bikin, ku heya niha ev yek ji alîyê hikumeta Îraqê nahêt dîtin.
K24
