Xwepêşanderan heta sibe molet da ku kesê cîhê Ebdulmehdî bigre bê diyar kirin
Heftiya borî xwepêşanderên bajarê Nasiriye ya navenda parêzgeha Zîqarê ye moleta heftiyekî bi partî û aliyên Iraqê re da, ku heta sibehê kesekî bo serokatiya hikûmeta welat bike diyar bikin.
Piştî wê daxwaza xwepêşanderên Nasiriye, xwepêşanderên bajarê Bexda û Wast jî piştevaniya xwe bo wê daxwazê û moleta yek heftiyê ragehand.
Xwepêşanderan ragehand, eger ew daxwaza wan neyê pêkanîn, gef xwarin ku dê nerazîbûnên xwe berfirehtir bikin.
Xwepêşander daxwaz dikin, kesekî pispor û dûr ji karên partiyan bibe serokê hikûmeta demkî ya Iraqê bê diyar kirin, bo ku daxwaza helbijartina pêşwexte bike û asankariyê bo dadgeh kirina kujerên xwepêşanderan bike.
Basnews
