• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li gundê Mesrebê Sirînê komkujî 3 kes hatin kuştin

Gulan Media January 12, 2025 Nûçe
Li gundê Mesrebê Sirînê komkujî 3 kes hatin kuştin

Balafirên şer ên dewleta Tirk li gundê Mesrebê bajarê Sirînê maleke sivîlan bombebaran kirin û komkujiyek pêk anîn, di encamê de di nav de 2 zarok bi giştî 3 kes ji heman malbatê şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn.

Saet 18:00ˋan vê êvarê balafirên şer ên dewleta Tirk li gundê Mesrebê bajarê Sirînê yê kantona Firatê maleke sivîlan bombebaran kir û komkujiyek pêk anî, di encamê de bav û 2 zarokên xwe şehîd bûn.

Li gorî çapemeniya rojavayê Kurdistanê, di encama êrişa balafirên şer de di nav de 2 zarok bi giştî 3 kes şehîd bûn. Herwiha 5 kes jî ji heman malbatê tevî dayikan birîndar bûn.

Navên şehîdan wiha ne: Îsmalîl Hisên Mustefa (37), Fatme Îsmaîl Mustefa (12), Aşye Îsmaîl Mustefa (13).

Navên birîndaran jî wiha ye: Hisên Îsmalî Mustefa (10), Xilûd Îsmaîl Mustefa (8), Elî Îsmalî Mustefa (2) û Behriye Îsmal Mustefa (1) û Îman Îsmaîl Mustefa (5).

Top