• Tuesday, 10 February 2026
logo

Welatên rojava Ehmed Şera hişyar dikin

Gulan Media January 12, 2025 Nûçe
Welatên rojava Ehmed Şera hişyar dikin

Welatên rojava derbarê damezirandina çekdarên biyanî bo nav hêzên çekdar ên Sûriyeyê, hişyariyê didin Ehmed Şera.

Berpirsekî pilebilind ê Amerîkayê ji ajansa “Reuters” re aşkere kir, Nûnerên Amerîka, Fransa û Almanyayê hişyarî dane rêveberiya nû ya Sûriyeyê, li hember damezirandin çekdarên biyanî di postên bilind ên leşkerî de û jê re gotine, ew ê bibe sedema tevliheviya ewlehiyê.

Da zanîn jî, wezîrê derve yê Fransa û Almanyayê di serdana xwe ya bo Şamê de, bi navê xwe û Amerîkayê pirsa çekdarên biyanî yên ku vê dawiyê postên bilind di artêşa Sûriyeyê de ji bo hatine dayîn, gotûbêj kirine.

Li hemberê jî Ehmed Şera ji welatên rojava re gotiye: “Dûrxistina çekdarên biyanî ne hêsan e, ji ber ku wan rola wan di rûxandina Beşar Esed de hebû.”

Rêveberiya nû ya Sûriyeyê di dawiya sala borî de, nêzîkî 50 çekdar di nava artêşa Sûriyeyê de tayîn kirine, di nav wan de herî kêm 6 çekdarên biyanî, yên ji Çîn, Uygur, Asyaya Navîn, Tirkiye, Misr û Urdinê hene.

Jêderekî leşkerî ya Sûrî jî ragihand, 3 ji wan pileya Emîd û yên din jî 3 jî pileya Eqîd wergirtine.

Top