• Tuesday, 10 February 2026
logo

Sûriye û Libnan li ser parastina sînorên xwe yên hevpar li hev kir

Gulan Media January 12, 2025 Nûçe
Sûriye û Libnan li ser parastina sînorên xwe yên hevpar li hev kir

Wezareta Derve ya Sûriyê ragehandiye: Civîna navbera Ehmed Şera û Necîb Mîqatî bi erênî bûye û herdu welat li ser aramiya sînorên xwe li hev kirin.

Kanala El Erebiye ragehandiye ku îro Serokwezîrê Libnanê Nicîb Mîqatî, serdana Şamê kir û li gel Serokê Rêveberiya nû ya Sûriyê Ehmed Şera civiyan, di civîna xwe de li ser dabînkirina aramî û asayîşa di navbera sînorên hevbeş ên Sûriye û Libnanê û vegera hemû girtiyên Sûriyê di girtîgehên Libnanê de li hev kirin.

Wezareta Derve ya Sûriyê dibêje, “Di civînan de behsa giringiya rola Sûriyê di bihêzkirina pêgeha welatên erebî de hat kirin, ku dê bibe sedema aramî û ewlehiyê li navçeyê.”

Di heman demê de serokê rêveberiya nû ya Sûriyê û serokwezîrê Lubnanê tekezî li ser hevkariya her du welatan ji bo parastina serwerî û ewlehiya navxwe ya hev kirin, herwaha li gor çavkaniyan, Şera soz daye Serokwezîrê Libnanê ku Sûriye nebe rêreva veguhestina çek ji Îranê ve bo Hizbulahê.

 

Basnews

Top