• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rewşa Sûriyeyê her diçe aloztir dibe

Gulan Media January 12, 2025 Nûçe
Rewşa Sûriyeyê her diçe aloztir dibe

300 hezar karmend ji kar hatine avêtin.

Piştî hilweşîna rejîma Besê û destpê kirina serdema desthilatdariya Tehrîr Şam, rewşa navxweyî ya Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû û aloz bû.

Gefên li ser pêkhateyên olî û etnîkî zêdetir bûne, kuştinên bê darizandin û bêyî biryarên dadgehê zêdetir bûne û xelk li ber çavê xelkê di nava kolanan de tê kuştin.

Ji aliyeke din ve 300 hezar karmendên rejîma berê ya Sûriyeyê jî ji aliyê tehrîr Şam ve ji kar hatine avêtin û ev yek jî bûye kêşeyeke mezin ya civakî û tê payîn di demeke nêz de rewşa navxweyî ya Sûriyeyê yaku, weke bombeyeke vedayiye, biteqe.

 

 

 

Top