Muna Qehweçî: Berpirsyartiyekî dîrokî di stûyê hemû aliyan de ye û pêwîste piştevanî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin
Cîgira Seroka Partiya Çaksaziya Tirkmen behsa giringiya civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dike û daxwaz ji hemû aliyên siyasî dike ku piştevaniyê li hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.
Duh 11.01.2025ê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi awayekî awarte pêkhat ku wezîrên kurd ên li hikûmeta federal û beşek ji serokên fraksiyonên Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê amadebûn û behsa mafên gelê Kurdistanê û mûçe û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê hat gotûbêj kirin.
Vê derbarê de Cîgira Seroka Partiya Çaksaziya Tirkmen Muna Qehweçî ji BasNewsê re ragehand, civîna Civata Wezîran di demekî gelek guncaw û hestyar bû, em wek Partiya Çaksaziya Tirkmen piştevaniyê li hewldanên serokê hikûmetê û bi giştî jî li hikûmetê dikin.
Herwaha got: ‘’Giringe hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê berpirsyartiyê bigrin stûyê xwe û rijdbin li ser berjewendiyên xelkê Kurdistanê, ji ber berpirsyartiyekî dîrokî ya niştimanî li ser hemû aliyên siyasî heye, bi desthilat û opozîsyon ve. Derveyî wê jî xelkê Kurdistanê di dema dengdanê de ji wan kesên ku dibin endamên encûmena nûnerên Iraqê re bawerî dide ku xwedan li mafên wan derbikevin.’’
Her wekî nîgeraniya xwe jî diyar kir, ku hejmarek aliyên siyasî beşdarî di civîna awarte ya Civata Wezîran de nekirine û dibêje: ‘’Civîna duh gelek giring bû û di berjewendiya xelkê Kurdistanê de bû. Pêwîste hewl bê dayîn hikûmeta Iraqê bê naçar kirin ku hemû mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bişîne û naçar bibe destûrê cîhbicîh bike. ne tenê wan madeyan cîhbicîh bike ku di berjewendiya xwe de ye. Ji ber hemû dizanin ku tişta di stûyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye bi temamî hatine cîhbicîh kirin, ti bahane û ti derfetek nehatiye hiştin bo ku li ser siyaseta xwe berdewam bin. Cîhê êşê ye ku berdewam nan û mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê dikin cîhê milmilaneya siyasî.’’
Basnews
