• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Xezeyê 4 leşkerên Îsraîlê canê xwe ji dest da

Gulan Media January 12, 2025 Nûçe
Li Xezeyê 4 leşkerên Îsraîlê canê xwe ji dest da

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li bakurê Xezeyê di şer û pevçûnan de 4 leşkerên Îsraîlê mirin û 6 leşker jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Artêşa Îsraîlê, ji 4 leşkerên ku mirine 3 ji wan ên Lîwaya Nahalê ne.

Navên leşkerên ku mirine wiha ne: Yahav Maayan, Alexander Fedorenko, Danila Diakov ve Eliav Astuker.

Her wiha Artêşa Îsraîlê ragihand ku di pevçûnan 2 ji wan giran 6 leşker jî birîndar bûne.

Ji 27ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ango ji destpêka operasyona bejahî ve hejmara leşkerên Îsraîlê yên mirine gihîşte 400î.

Li gorî daneyên Artêşa Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan êrişa Hemasê ve 835 leşkerên Îsraîlê mirine.

 

Rudaw

Top