Xwepêşanderên Necefê bi lehîm deriyê fermangehan daxistin
Xwepêşander di wê hewldanê de ne ku li bajarê wan dewama asayî ya fermangehan bê ragirtin û vê wek givaşek ser hikûmetê pêkbînin, ku bersiva daxwazên wan bide.
Xwepêşandanên Iraqê ji roja 01.10.2019ê ve li Bexda û piraniya bajarên Iraqê destpê kirin û xwepêşander daxwaza bi dawî hatina gendeliyê û li hember nebûna xizmetê rabûn.
Ji ber xwepêşandanan û tundiya li hember xwepêşanderan bikarhat, zêdetirî 600 hemwelatî û karmendên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 16 hezar kesan jî birîndar bûn. Herwaha 700 kes jî kêmendambûn.
Basnews
