• Wednesday, 11 February 2026
logo

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê: Ti planeke me ya vekişandina ji Iraqê nîne

Gulan Media January 19, 2020 Nûçe
Wezareta Berevanî ya Amerîkayê: Ti planeke me ya vekişandina ji Iraqê nîne
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Jonathan Rath Hoffman ragihand ku ti planek bo vekişandina hêzên welatî ji Iraqê nîne.

Tevî ku parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan projeyasaya derxistina hêzên biyanî ji Iraqê vekişin pesend kiriye, lê Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Jonathan Rath Hoffman ragihand dibêje ti planek Amerîkayê nîne ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.

Jonathan Rath Hoffman ji medyaya Amerîkî re ragihand ku ew di wê baweriyê de ku hêzên Amerîkî di çarçoveya rêkevtina giştî ya di navbera Amerîka û Iraqê de bi armanceke baş li wî welatî ne.

Hoffman herwiha anî ziman ku mana hêzên Amerîkî li Iraqê di berjewendiyê wî welatî de ye û asayiş û ewlehiya gelê Iraqê zêdetir dikeve garantiyê.

Piştî dawîn girjî û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de li ser xaka Iraqê, hevpeymana navdewletî xebatên xwe yên meşq û rahênanê li wî welatî rawestandibûn, lê duh eşkere kiribûn ku ew careke din dest bi kar û barên xwe dikin.

Di roja 5ê Çileya 2020an de ji ber kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis û bûyerên vê dawiyê, Parlementoya Iraqê, bi amadebûna fermandeyê giştî yê Hêzên Çekdar, Adil Ebdulmehdî, biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê dabû.

Rudaw
Top