• Tuesday, 10 February 2026
logo

Şewata li Amerîkayê berdewame

Gulan Media January 11, 2025 Nûçe
Şewata li Amerîkayê berdewame

Heta niha zêdetir ji 10 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gor çapemeniya Amerîkî şewata ku, li Los Angeles derketiye hîn jî berdewame û heta niha rixmî ku, zêdetir ji 10 kesan canê xwe ji dest dane, hevdem gelek kes jî birîndar bûne û bi hezaran kes jî ji cîh û malên xwe bar kirine û 10 hezar xanî jî şewitîne.

Herwiha tê gotin ku, zirarên madî yên vê şewatê zêdetir ji 150 miliyar dolare.

Ji aliyeke din ve hêzeke gelek zêde ev çend roje mişxûlî hewldan bo vemirandina vê şewata hane lê heta niha şewat nehatiye kontrolkirin.

 

 

Top