• Wednesday, 11 February 2026
logo

Erdogan ji ber rewşa Lîbyayê, Ewropa tehdîd kir!

Gulan Media January 19, 2020 Nûçe
Erdogan ji ber rewşa Lîbyayê, Ewropa tehdîd kir!
Serkomarê Tirkiyê dibêje, aştiya Lîbyayê di Tirkiyê re derbas dibe û heger hikûmeta Lîbyayê bikeve, Ewropa dê rastî gefên nû were!

Serkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan Erdogan beriya ku biçe Konferansa Navdewletî li Berlînê ya di derbarê pirsa Lîbyayê de, ragahand, şaşîtiyeke mezin e ku Lîbya bibe meydana şer û aloziyan.

Erdogan got: Bila her kes bizane ku aştiya Lîbyayê di Tirkiyê re derbaz dibe û heger hikûmeta Lîbyayê bikeve, Qaîde û DAIŞ dê ji nû ve li Lîbyayê xwe birêxistin bikin.

Erdogan da zanîn, ew ji welatên Yêkitîya Ewropa, gavên zelal û berbiçav hêvî dikin.

Serkomarê Tirkiyê amaje bi wê da, welatê wî dê rahênanê bi hêzên ewlekariyê yên Lîbyayê ji bo şerê wê li dijî teror û bazirganiya bi mirovan bike.

Sibe Konferansa Navdewletî ya taybet bi Lîbyayê li Berlînê birêve diçe.

Ji bilî Erdogan, serokê Rûsya Vlademîr Putîn û wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo jî beşdar dibin.

Li Lîbyayê du hikûmet hene. Hikûmeta ku bi serokatiya Fayîz Serrac e, alîgira Tirkiyê ye û ya din bi serokatiya general Xelîfe Hefter jî li dijî wê ye.

Basnews
Top