Xwepêşandanên Lubnanê her diçe dijwartir dibin
Xwepêşanderên Lubnanî daxwaz dikin ku di pêkanîna kabîneya wî welatî de lez bê kirin û pêdagir in li ser wêya divê serokwezîrê rasipardî kesên bêalî wek wezîr hilbijêre.
Dikeve meha çaran ku xwepêşandanên Lubnanê berdewam in û her diçe dijwartir dibin.
Roja Şemiyê şaxên çendîn bankeyên Lubnanî hatin şewitandin. Lubnanê rûbirûyê krîzeke mezin a darayî bûye ku bihayê pereyên wî welatî bi rêjeya ji sedî 60 daketiye û bankeyan jî kişandina pereyên kaş ji aliyê welatiyan ve sînordar kiriye.
Polîs bo belavkirina xwepêşanderan gaza rondikrêj bikar tînin û Wezareta Navxwe ya wî welatî jî hişyarî daye xwepêşanderan ku mafên wan nîne êrîşî polîsan bikin.
Rudaw
