PDK: Em ê îsal kongireya xwe encam bidin
Di encama civînê da bi daxuyaniyekê PDKê ragehandiye biryar hatîye dan di sala 2020an da Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) kongireya xwe encam bide.
Di ragehandina dawîyê, ya civîn a Encûmena Serkiradtîya PDKyê de, amaje bi çar xalên serekîyên civînê hatîye dan. Yek ji wan teweran, gengeşekirina biryara û rasparteyên civîna vê dawîyê ya Parlementoya Iraqê bû ye ku bi nerîna Encûmena Serkirdayetiya PDKyê (dûre ji binema û pirênsîpên serekî yên piştî heriftina rejîmê li sala 2003ê dewleta Iraqê li ser hat damezirandin û avakirin ku ew jî hevpişkî û tewafiq û hevsengî bû di hukimkirinê de bo tevaya pêkhateyên neteweyî, olî û pişikdarîkrina hemûyan di biryarên çarenûssaz de.
Herwiha daxuyaniyê da hatiye ragihandin tewera dûyem behsa wê yekê hatîye kirin ku rê nedin Iraq bibe qada yek alîkirina milmilanî ya welatan.
Di civîna serkirdatîya PDKê de, PDKê piştîvanîya xwe tekez kirîye bo piroseya çaksazîya kabîne ya nehema Hikumeta Herêma Kurdistanê.
Di berdewamiya daxiyaniyê jî da Encûmena Serkirdayetiya PDKê, pirsa encamdana kongireya 14em a PDKê gênegeşe kiriye û têde hatîye: “Bi sedema pêwîstîyê û xwe guncamdinê li gel rewşa niha ya Kurdistan û Iraqê, guretinên gelek bilez li hindur û derve û gur û tîneke zêdetir bibexşe organan, herweha li gor peyrewa nevxweyî, civîna encûmena serkirdatîya PDKê biryar da li sala 2020 kongire ya xwe encam bide û desthelata pêwîst jî da Mekteba Sîyasî da ku gav û rêkarên pêwîst dest pê bike.
Basnews
