Îtalya û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin
Serokwezîr li gel Cîgira balyozê Îtalyayê civiya.
Roja pêncşem Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Cîgira balyozê Îtalyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand:
Me pêşwaziya Cîgira balyozê Îtalyayê li Îraqê birêz Chiara Franchini kir.
Me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî bi taybetî di warê abûrî û bazirganî û herwiha pêşhat, guhertin û geşedanên rewşa giştî ya Îraq û deverê kir.
Di beşeke din ya civînê de me tekez li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û rêz girtin ji mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê kir.
