Mesrûr Barzanî: Ez pîrozbahiyê li Serokê Libnanê yê nûhilbijartî Joseph Aoun dikim
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 09.01.2025 li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kir û got, “Ez pîrozbahiyê li Serokê Libnanê yê nûhilbijartî Joseph Aoun dikim.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa nivîsiye, “Ez daxwaza serkeftinê ji wî re dikim û ez hêvîdar im ew Libnanê ber bi seqamgirî û pêşkeftinê ve bibe.”
Fermandarê Bilind ê Serbazî yê Artêşa Libnanê Joseph Khalil Aoun îro 09.01.2025 bi piraniya dengên endamên perlemana welatê xwe wekî Serokê Libnanê yê 14ê hat hilbijartin.
Serokê Libnanê yê nû di peyama xwe ya yekê de got, “Em dê rûpeleke nû ji dîroka Libnanê vekin û em hemî dê li beranberî qanûnê wekhev bin.”
Joseph Khalil Aoun soz jî da ku bi zûtirîn dem û bi şêwirmendiya Perlemana Libnanê kesekî hejî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Libnanê destnîşan dike.
Ji 31.10.2022ê ve, li gel bidawîhatina dema desthilatdariya Mîşêl On, ev heta zêdetirî 800 rojan e ku postê Serokkomarê Libnanê vala ye.
Basnews
