• Tuesday, 10 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê kir

Gulan Media January 10, 2025 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê kir

Roja 09.01.2025, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî kir.

Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî, ku ji ber bidawîhatina erkê xwe li Herêma Kurdistanê serdana Serok Barzanî kir, di wê hevdîtinê de spasiya piştevaniya Serok Barzanî di dema erkê wî li Kurdistanê de kir.

Serok Mesûd Barzanî jî ji aliyê xwe spasiya Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî kir û daxwaza serkeftinê di erkê nû de ji wî re kir.

Dawî pêşhat û guhertinên deverê jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.

 

Basnews

Top