Erdogan: Em êrîşa Idlibê, bêbersîv nahêlin
Erdogan liser rewşa Idlibê bersivên rojnamevanan da û diyarkir, Rejîm agirbest binpê kir. Zêdeyî 20 sivîlan hatin kuştin. Henceta wan jî eşkere ye: Rêxistinên terorê li Idlibê hene (!) Ev derew e. Zarokên 3-4 salî çawa dikarin bibin terorist?
Li Idlibê şer berdewam e û agirbest bidawî hatiye. Neteweyên Yekgirtî jî, di vê çarçoveyê de bangewazî kir, ku şer wêraniyek nû û mezin li Idlibê encam dide.
Ligor agahdariyên ji deverê, Artêşa Sûriye bi piştgiriya firokeyên şer ên Rûsyayê li Idlibê pêş dikeve
