Hevserokê MSDê: Welatên Erebî li gel me ne
Hevserokê Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar derbarê kongreya Qahîre-3 ya opozisyona Sûriyê û danûstandina wan bi hikûmeta Sûriyê re ji Rûdawê re axivî.
Derar ragihand, ji ber pozbilindiya hikûmeta Sûriyê, danûstandinên wan rawestiyan û neghiştin ti encamê, û ew dixwazin danûstandin careke din dest pê bikin.
Riyad Derar aşkere jî kir, ku di civîna li gel Wezîrê Derve yê Misrê de, wan weke Encûmena Sûriya Demokratîk jê xwestine, ku kongireya Qahîre-3 ya opozisyona Sûriyê dest pê bike û niha ew di komîteya amedekar ya wê kongreyê de cih digrin û armanca wan ew e, ku aliyên opozisyona Sûriyê li ser rêbazeke çareseriyê nêzîkî hev bikin.
Hevserokê Encûmena Sûriya Demokratîk, Riyad Derar amaje bi danûstandinên li gel rejîmê kir û got, “Bê guman em si rêya danûstandinana bi rêjîmê re ne, me havîna sala 2018an dest bi danûstandinê kir lê rawestiya, ji ber ku rêjîm pozbilind bû û dixwest rewş vegere berî sala 2011an, lewma bê encam bû. Em hizir dikin, danûstandineke nû destpê bike û berhemdar be.”
Riyad Derar dibêje ew ji aliyê gelek welatan ve hatine vexwendin û radigihîne, “Gerên me yên ji bo Ewropayê jî bi armanc bû, piştî êrîşa dijiminkarane ya Tirkiyê li ser Serê Kaniyê û Girê Spî, gelek welatên Ewropî em vexwendin, ku berî li otêl û qehewxaneyan pêşwaziya me dikirin, lê niha ji aliyê wezaretên derve ve em têne pêşwazîkirin û ligel wezîrên derve dicivin û em li ser gelek projeyên çareseriyê danûstandinê dikin bi taybet doseya girtiyên DAIŞê û vegerandina malbat û zarokên wan.”
Derbarê helwesta welatên Ereb û herwiha civîna Qahîrê de, Hevserokê MSDê dibêje, “Helwesteke pêşketî ye û ew li kêleka me ne li hember êrîşa Tirkiyê. Em ji bo Qahîre hatin vexwendin û ligel wezîrê derve yê Misirê civiyan û me daxwaz kir kongireya Qahîre-3 were lidarxistin û li ser daxwaza me em ji bo Qahîre hatin vexwendin û em di komîteya amadekar de cih digirin.”
Li hewldanên çareseriyeke siyasî û diyaloga di navbera aliyên Sûrî de, Derar dibêje, “Bi rêya wê em dest bi gereke nû ya pêwendiyên siyasî di navbera Sûriyan de bikin dibe ku lihevtêgihitinek di navbera opozîsyona Sûriyê de çi bibe ku em bigihêjin çareseriyekê.”
Rudaw
