2 Hezar Çekdarên Opozisyona Sûriye, bi rêya Tirkiyê gihiştine Lîbyayê
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belav kiriye, ku tenê îro 260 çekdarên Opozîsyona Sûriyê bi rêya Tirkiyê gihiştin e Terablus a paytexta Lîbyayê, da ku li kêleka hikûmeta Wîfaq a wî welatî, şerê Artêşa Niştîmanî bi serkirdayetiya Xelîfa Hefter bikin.
Rewangehê eşkere jî kiriye, ku tevî hejmara îro, hejmara giştî ya çekdarên Opozîsyona Sûriyê li Lîbyayê gihiştiye 2 hezar çekdaran.
K24
