Davutoglu li ser serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkiyeyê bi Kurdî peyamek belav kir
Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu ragihand ku serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya Tirkiyeyê gaveke guncav û di cih de ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh çû Tirkiyeyê û li Enqereya paytexta wî welatî li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan civiya.
Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê wê serdana Mesrûr Barzanî bi zimanên Kurdî û Tirkî peyamek belav kir.
Ahmet Davutoglu serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Tirkiyeyê wekî gaveke guncav û di cih de pênase kir.
“Gaveke guncaw e”
Davutoglu di peyama xwe de wiha got:
“Hatina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo welatê me û hevdîtina wî li gel birêz Serokkomar gaveke guncaw e.
Li hemberî hêzên emperyal ên ku di van demên dawî de hewl didin li herêma me tevliheviyê çêbikin, pêwîst e em di demeke wiha de diyalogeke xurt li gel birayên xwe yên Kurdên Sûriyeyê û Îraqê yên ku bi hezaran salan e hemdîrok û hemqedera me ne bidomînin.
Dîzaynkirina hemû milletên ku li Rojhilata Navîn dijîn ji teref rewşenbîrî ya hêzên emperyalîst, ji bo welatê me û herêma me rewşeke nayê qebûlkirin.
Pêvajoya aştiyê li Rojhilata Navîn tenê bi hewaya diyalog û hevkariyên ji dil dikare were avakirin!”
Rudaw
