• Tuesday, 10 February 2026
logo

Davutoglu li ser serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkiyeyê bi Kurdî peyamek belav kir

Gulan Media January 9, 2025 Nûçe
Davutoglu li ser serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkiyeyê bi Kurdî peyamek belav kir

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu ragihand ku serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya Tirkiyeyê gaveke guncav û di cih de ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh çû Tirkiyeyê  û li Enqereya paytexta wî welatî li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan civiya.

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê wê serdana Mesrûr Barzanî bi zimanên Kurdî û Tirkî peyamek belav kir.

Ahmet Davutoglu serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Tirkiyeyê wekî gaveke guncav û di cih de pênase kir.

“Gaveke guncaw e”

Davutoglu di peyama xwe de wiha got:

“Hatina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo welatê me û hevdîtina wî li gel birêz Serokkomar gaveke guncaw e.

Li hemberî hêzên emperyal ên ku di van demên dawî de hewl didin li herêma me tevliheviyê çêbikin, pêwîst e em di demeke wiha de diyalogeke xurt li gel birayên xwe yên Kurdên Sûriyeyê û Îraqê yên ku bi hezaran salan e hemdîrok û hemqedera me ne bidomînin.

Dîzaynkirina hemû milletên ku li Rojhilata Navîn dijîn ji teref rewşenbîrî ya hêzên emperyalîst, ji bo welatê me û herêma me rewşeke nayê qebûlkirin.

Pêvajoya aştiyê li Rojhilata Navîn tenê bi hewaya diyalog û hevkariyên ji dil dikare were avakirin!”

 

 

Rudaw

Top