• Tuesday, 10 February 2026
logo

Şer û pevçûn li Tişrînê didome

Gulan Media January 9, 2025 Nûçe
Şer û pevçûn li Tişrînê didome

Herî kêm 37 cîhadiyên Tirkiyeyê hatine kuştin.

Navenda ragihandinê ya HSD derbarê şer û pevçûnên vê dawiyê li derdorê bendava Tişrînê û Rojhilatê Minbicê daxuyaniyek belav kiriye.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, êrîşên cîhadiyên Tirkiyeyê bi piştîvaniya asmanî ya Tirkiyeyê didomin û hêzên HSD jî bersifên dijwar didin wan êrîşan û di encama pevçûnên vê dawiyê de herî kêm 37 cîhadiyên Tirkiyeyê hatine kuştin û gelek cîhadî jî birîndar bûne û çend tank û tirimbîlên leşkerî yên komên cîhadî jî hatine jinavbirin.

HSD herwiha diyar kiriye ku, di wan pevçûnan de 6 Şervanên HSD canê xwe ji dest dane û 9 Şervanên din jî birîndar bûne.

Top