• Wednesday, 11 February 2026
logo

Di 24 demjimêran de, 24 serbazên rejîma Sûriye û 80 çekdar hatine kuştin

Gulan Media January 18, 2020 Nûçe
Di 24 demjimêran de, 24 serbazên rejîma Sûriye û 80 çekdar hatine kuştin
Di dema 24 demjimêran de 24 serbazên artêşa Sûriyê hatine kuştin.

Serokê Navenda Rûsî ya Lihevhatinê li Sûriyê belav kiriye, ku ji encama şerên li her yek ji Idlib, Hema û Helebê di dema 24 demjimêran de 24 serbazên artêşa Sûriyê hatine kuştin û zêdetirî 20 serbazan jî, birîndar bûn e.

Serokê wê Navendê eşkere kiriye, ku artêşa Sûriyê êrîşên grûpên tundrewan rawestandin e û 80 çekdar jî, kuştin e.

Di çend rojên derbasbûyî de, rejîmê ji bo kontrolkirina deverên di destê grûpên çekdar de, êrîşên xwe berfereh kirin e û bi alîkariya firokeyên Rûsyayê jî, êrîşên xwe biser grûpên çekdar tund kirin e.

K24
Top