• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî ji Sîstanî re hêviya başbûnê xwast

Gulan Media January 18, 2020 Nûçe
Serok Barzanî ji Sîstanî re hêviya başbûnê xwast
Ji ber nexweşketinê û encamdana neştergeriyê jê re, Serok Mesûd Barzanî peyamekê ji rêberê olî yê bilind ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî re dişîne û ji rewşa tendirustiya wî dipirse.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand: “Piştî belavbûna nûçeya nexweşketina rêberê olî yê bilind ê Şîeyan, Ayetullahê Seyid Elî Sîstanî, êvara roja Pêncşemê 16ê Çileya 2020 Serok Mesûd Barzanî peyamek ji malbata birêz Seyid Sîstanî û rayedarên Merceiyetê re şand.”

Li gor daxuyaniyê, “di vê peyamê de Serok Barzanî ji rewşa tendirsutiya Sîstanî pirsî û ji Xwedayê mezin hêviya şîfa û başbûna bilez ji bo birêz Sîstanî kir.”

Ji ber şikestina piyê wî yê çepê, duh Pêncşemê neştergerî ji rêberê olî yê bilind ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî re hatibû kirin.

Ofîsa rêberê olî yê bilind ê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî di daxuyaniyekê de aşkere kiribû, ku piyê çepê yê Sîstanî di bûyerekê de şikestiye, lewma neştergerî jê re hatiye kirin.

Wezîrên Derve yên Amerîka û Îranê, Mike Pompeo û Mihemed Cewad Zerîf jî têkildarî rewşa tendirustiya Sîstanî peyam belav kiribûn.

Rudaw
Top