Tirkiye Şehba da ber mûşek û topan
Roja Îniyê Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên bi ser ve, gundên Beylûniyê û Eyn Deqnê li bajarokê Şehba dan ber top û mûşekan.
Ji bilî êrîşa li ser Şehbayê Artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve, bi top û mûşekan bi dijwarî êrîşî gundên, Mer Enz, Malikiyê û Şewarxa yên ser bi bajarokê Şera li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê kirin.
Herweha ji alî xwe ve jî, medya ser bi YPG ragihandibû, ku li gundewarên derdora Efrînê, di heyama 3 rojan de wan karî ye, 3 çekdarên ser bi Tirkiyê ve bikujin, û zirîpoşek wan jî, têk bidin.
K24
