• Tuesday, 10 February 2026
logo

Leşkerekî Amerîkî hate kuştin

Gulan Media January 7, 2025 Nûçe
Leşkerekî Amerîkî hate kuştin

Li çiyayê Hemrînê hatiye kuştin.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye û têde qala vê yekê kiriye ku, hêzên Amerîkî li gel hêzên Îraqî li çiyayê Hemrînê operasiyonek dijî DIŞIê lidar xistine.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, di vê operasiyona han de leşkerekî Amerîkî hatiye kuştin û du leşkerên din jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya han de ev yek hatiye diyarkirin ku, heta niha çend caran çekdarên DIŞIê êrîşî ser hêzên hevpeymanan kirine lewre hevpeymaniya cîhanî jî neçar bûye bi rêya balefiran êrîşî ser cîh û pêgehên terorîstên DIŞIê bike.

Top