• Tuesday, 10 February 2026
logo

Îranê peyameke girîng ji Heşdî Şeibî û komên çekdar re şand

Gulan Media January 7, 2025 Nûçe
Îranê peyameke girîng ji Heşdî Şeibî û komên çekdar re şand

Malpera El Alem-El Cedîd ragehandiye, ku Tehranê peyameke girîng û hestiyar ji bo komên çekdar ên Iraq û Heşdî Şeibî re şandiye û di derbarê pirsgirêkeke girîng de agahdar kiriye.

Di wê nameyê de Îranê ji wan grûpan re ragehandiye, “Ji bo xweparastin û dûrxistina ji egerên êrîşên Îsraîl û Amerîkayê pêwîste guhdarî fermanên Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bin û her biryarekî ku hikûmet dibe pêve pêbend bin.”

Li hember vê yekê, Îran dixwaze di vê hefteyê de ku sûdanî serdana Tehranê dike, razî bike ku Heşdî Şeibî hilneweşîne.

Ev di demekî de ye ku roja yêkşemê 5.01.2025, fermandarê Feyleqa Quds a Spaha Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî, bi serdanekî nehatî ragehandin gehiştibû Bexdayê û li gel fermandar û rêvebirên Heşdî Şeibî û komên çekdar ên derveyî hikûmeta Iraqê gotûbêj kir.

Li gor nûçeyeke ajansa Şefeq Newsê ku roja 4.01.2025, belav kiribû, behsa wê kiriye ku Serokê nû hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump, peyamek ji Mihemed Şiya Sûdanî re şandiye û di peyamê de ragehandiye, pêwîste Sûdanî kar bike bi lez çek bixe destê dewletê û komên derveyî hikûmetê bê çek bin.

Herwaha amaje bi wê jî da: "Hikûmeta Iraqê divê rê nede komên Îranî li Iraqê tevbigerin û Iraq jî destêwerdanê di karûbarên nû yên siyasî yên Sûriyê de neke."

Çavkaniyeke hikûmetê jî ragehand ku Sûdanî di vê demê de hewl bide ku serdana Îranê bike da ku li ser vê mijarê gotûbêj bike.

 

 

Basnews

Top