Zaxo- Kesekî dayik û birayekî xwe kuşt û polîsek jî birîndar kir
Berdevkê Rêveberiya Polîsê Duhokê Muqedem Hêmin Silêman ji BasNewsê ra axivî û got: “Êvara îro roja pêncşemê 16.01.2020an li navenda bajarê Zaxoyê li taxa Hesenîkê bi çeka kelaşînikof dayik û birayekî we kuşt û bi hatina hêzên emnî bo cihê bûyerê teqe li hêzên emnî hî kir û polîsek jî birîndar kir. “
Herwiha Hêmin Silêman got: Hêzên emnî bersiva wî dan û bi birîndarî ew desteserkirin. “
Herwiha birînda polîs negirane û birîna bikûj jî giran nîne.
basnews
