• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê 3 leşkerên Tirkiyê û 5 çekdar hatin kuştin

Gulan Media January 17, 2020 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê 3 leşkerên Tirkiyê û 5 çekdar hatin kuştin
Li bajarokê Sulûk yê ser bi nevçeya Girê Sipî ya Rojavayê Kurdistanê ve ku niha di jêr kontolra artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûrî de ye, di encama teqînekê de 3 leşkerên Tirkiyê û 5 çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku roja Pêncşemê 16ê Çileya 2020 “li navçeya Operasyona Kaniya Aştiyê, otomobîlekê xwe bi yekîneyeke gerok a hêzên wî welatî ve teqandiye û di encamê de 3 leşkerên wî welatî hatine kuştin.”

Wezareta Berevaniya Tirkiyê behsa ti hûrgiliyên êrîşê nekiriye û cihê ku êrîşê jî bi temamî diyar nekiriye û tenê ragihandiye, êrîşa li dijî hêzên wan “li navçeya Operasyona Kaniya Aştiyê” pêkhatiye.

Li aliyekê din, çavkaniyên Artêşa Niştîmanî ya ser bi Opozisyona Sûriyê ve ku Tirkiye piştevaniyê lê dike, diyar kirine ku êvara derbasbûyî li bajarokê Sulûkê yê ser bi Girê Sipî ve, di encama teqîna tankereke avê ya bombekirî de, 5 çekdarên wan û 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Bajarokê Sulûkê ku dikeve başûrê rojhilatê Girê Spî, piştî êrîşa Cotmeha 2019an a Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, di bin kontrola Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî de ye.

Artêşa Tirkiyê roja 9ê Cotmeha 2019an û piştî ku Rêveberiya Amerîkayê ya bi serokatiya Donald Trump helwesta xwe guhert û biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê aşkere kir, êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir.

Di encama wê êrîşê de, Tirkiyê bi alîkariya komên çekdar ên opozyona Sûriyê herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî û bi dehan gundên Rojavayê Kurdistanê kontrol kir.

Rudaw
Top