• Tuesday, 10 February 2026
logo

Teymûrê Enfal: YNK dubare xelkê Kurdistanê enfal dike

Gulan Media January 6, 2025 Nûçe
Teymûrê Enfal: YNK dubare xelkê Kurdistanê enfal dike

Yek ji takekesên enfalê ku berê jî şêwirmendê Qubad Talebanî bû radigehîne ku YNK, bi rêya wan tişt û xorakên ku mirovan bi nexwaşiya penceşêrê dixe dihêle bên Kurdistanê û dubare xelkê enfal dike.

Teymûrê Enfal di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsek belav kir û ragehand: ‘’Kurdistaniyên xoşdivî, ez dixwazim xelkê xwedî rûmet ê Kurdistanê û bi taybet devera Germiyan agahdar bikim, ku karekî gelek kirêt bi rêya Na Yekitiya Na Niştimanî ya Na Kurdistanê (armanca wî YNK ye) tê pêkanîn.

Herwaha dibêje: ‘’YNK bi qaçaxî petat û kartol û kundirên xirab ên nexwaşiya penceşêrê helgirtî tîne Kurdistanê. Hemwelatî bi bikaranîn û xwarina wan tiştane ve bi nexwaşiya penceşêrê dikevin, ji bo wê tîka dikim agahdarê tenduristiya xwe bin.’’

Teymûrê Enfal dibêje: ‘’Bazirganiya ji aliyê YNKê ve tê kirin, dubare enfalkirina xelkê Kurdistanê  ye.’’

Îro 06.01.2025ê endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Şiwan Kelarî jî di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsek belav kir û ragehand: ‘’Jehrî kirina komî ya hemwelatiyên Germiyan û Kurdistanê bi rêya kartol û kundirên jehrkirî yên bi qaçaxî ji bo Kelarê tînin ‘’Jenosîdekî Spî ye’’ û divê rê lê bê girtin û neyê qebûl kirin.’’

Duh 05.01.2025ê rojnamevan û peyamnêrê beşa kurdî yê Dengê Amerîkayê Dilşad Enwer, di nivîsekî de nepeniyên anîna berhem û xorakî çandiniyê yê qaçax ê gelek metirsîdar, ji Îranê ve bo nav bazarên Herêma Kurdistan û Silêmaniyê û bi rêya deriyên sînor ên di bin desthilata YNKê û bi alîkariya kompanya YNKê aşkera kir û got: ‘’Ew berhem neyasayî ne û penceşêr bi wan ve heye.’’ Heta naha YNKê bersiva wan nivîsên wî rojnamevanî nedaye.

 

Basnews

Top