Nêçîrvan Barzanî ligel rêkxerê Navenda Metro civiya
Di civînê da Rêkxerê Navenda Metro Rehman Xerîb, bo berevaniya li mafên rojnamevanan, dîdarek li gel Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê encam da û li gor gotinên wî, Serokê Herêma Kurdistanê, daxwaz ji Navenda Metro kiriye, hemahengiyeke temam li gel saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê bike bi armanca baştirkirina jîngeya karê rojnamevanî û serwerbûna yasa taybet bi zanyarî û rojnamevaniyê.
Hevdîtin bo radestkirina raporta rewşa azadiya rojnamevaniyê di sala 2009an li gel Serokê Herêma Kurdistanê hat encamdan. Nêçîrvan Barzanî di wê dîdarê de kêfxweşiya xwe derbirî li ser çalakiyên Navenda Metro û got, “Hûn bi şêweyekî profesyonel kar dikin, çalak in,raporta we cihê baweriyê ye û bila her kes hemû hewlên cidî bidin, heta ku jîngeha karê rojnamevaniyê baştir dikin.”
Rehman Xerîbî jî daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê kiriye ku hevkar be bo, “Îsal behsa Kurdistan di nav raportên navxweyî û rêxistinên navdewletî, baştir bê kirin. Di warê baştirkirina rewşa mafên mirov û azadiya rojnamevanî û raman, daxwazên rêxistinên navxwe neyên paşguhkirin, ji ber ku prensîba rexne û çavdêriyê, saziyên fermî , hikûmranî bihêz dikin ne ku berevajî.”
Di bersivê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, diyar kir, “Rexne û çavdêrî, weke her pirseke din divê xizmeta rastiyê bike, ne ku tehşîr û xapandin. Divê mafê herkesê parastî be di pabendbûna bo yasa, çi hemwelatî an jî rojnamevan be.”
Herwiha di heman demê de, Serokê Herêma Kurdistanê behsa binpêkirinên di warê rojnamevaniyê de dike û dibêje, “Ez jî palpişt im, lêbelê dema rojnamevanan sînorê rewiştiya pîşeya xwe derbas kir, divê hemû kok bin ku yasaya rojnamevanî wî kesî jî çareser bike.”
Derbarê miameleya xerap a li dijî rojnamevanan jî Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Em piştevaniya biryara dadgehê dikin çi li hember her kesekê be û her di çi postê de be.”
Basnews
