Urmiye – Îranê du bira pêkva li îdam kir
Ligor zanyariyên gihiştine Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê duhê roja çarşemê 15.01.2020an 2020an hukmê sêdaredanê bo ser du birayên bi navê Dariyuş Derwêşî temen 35 sal û Daniş Derwêşî temen 37 sal hatibû sepandin li zindana navendî ya Urmiyê hatin darvekirin.
Ligor zanyariyan ew dû hemwelatîyen kurd beriya bi 5 salan bi tohmeta bi tohmeta bi kuştina enqest hatibûn desteserkirin. Herwiha dadgeha Komara Îslamî ya Îranê jî hukmê îdamê li ser herdu birayan sepandibû.
