Yekêtî Ewrûpayê: Em ji Îraqê naderkevîn
Heweha got: Di hewlên xwe de bo bihêzkirina peywendîyên xwe li gel Îraqê dê berdewam bin.
Her di evê çarçoveyê de, duhî weîzrê derve yê Elmanîyayê, Hayko Mas ragehadibû, serok wezîrên Îraqê, Adil Ebdulmehdî bi wan re ragehandîye, Bexda dixwaze serbaz û şîwermendên Elmanîyayê di welatê wî de bimînin.
Duhî li pêş perlemana welatê xwe, wezîrê derve yê Elmanîyayê, di gotarekê de, got: Di peywendîyeka min a telefonî de li gel Adil Ebdûlmehdî, ez hatim dilnîya kirin ku Îraq dixwaze hêzên Elmanîyayê bimînin bo hevkarîkirina hêzên Îraqî.
K24
