• Wednesday, 11 February 2026
logo

Balyozê Brîtanyayê Tehran bicîh hişt

Gulan Media January 15, 2020 Nûçe
Balyozê Brîtanyayê Tehran bicîh hişt
Îro çapemeniya fermî ya Îranê belav kir, balyozê Brîtanya li Îranê Rob Macaire paytext Tehran bicîh hiştiye.

Herwaha ajansa Associated Press jî vê derbarê de bi zimanê berpirsên hikûmeta Brîtanya ve aşkera kir, ku Rob Macaire bo seferekî asayî û ji bo kar vegeriyaye bo Londonê û demekî nêzîk de dê wegere Tehranê.

Çend roj berî naha balyozê Brîtanyayê li Tehranê di dema xwepêşandan û nerazîbûnên xelkê de, nav xwepêşanderan de hat dîtin û bo çend demjimêran ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatibû girtin.

Rojek piştî wê jî wezareta derve ya Îranê balyozê Brîtanyayê bang kiribû bo wezaretê û hebûna wî nav xwepêşanderan wek neyasayî û berevajî pîvanên dîplomatî hat pênase kirin û daxwaz li Brîtanyayê kir divê vê derbarê de daxuyaniyê bide.

Li hember vê hikûmeta Brîtanyayê jî balyozê Îranê li Londonê bang kir bo wezareta derve û daxwaza ronî kirina wî reftarên Îranê û girtina balyoz ji Tehranê kir.

Ev yek jî bû sedemê aloziyê navbera her du welatan de. Salên borî jî ji ber êrîşa çend sal berî naha ya besîcên Îranê bo ser balyozxaneya Brîtanya li Tehranê, du salan Brîtanyayê li Tehranê balyozxaneya xwe li Tehranê daxist.

Basnews
Top