• Wednesday, 11 February 2026
logo

Efserekî Kurd li Bexdayê hat kuştin

Gulan Media January 15, 2020 Nûçe
Efserekî Kurd li Bexdayê hat kuştin
Efserekî Kurd ê Dezgeha Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişber li Bexdayê di êrîşeke terorîstî de hat kuştin.

Fermandariya Polîsê Bexdayê di daxuyaniyekê de ragihand, ku efserê Kurd ê Dezgeha Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişber, Rêbwar Fazil di “êrîşeke terorîstî” de hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Rêbwar Fazil di hewldaneke xedrê û tirsenokî de ji aliyê terorîstan ve hat şehîdkirin”.

Dezgeha Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişber a Iraqê diyar kiriye, ku hejmarek çekdaran teqe li otomobîla wî efserê Kurd kirine û di encamê de çend gulle li wî ketine û canê xwe ji dest daye.

Heman dezgehê diyar kiriye, ku Rêbwar Fazil li cem wan bi pileya Mulazim efser bûye û sersaxî ji malbata wî re xwestiye.

Rudaw
Top