Mesrûr Barzanî êrîşa li Amerîkayê şermezar kir
Duh li bajarê New Orleans a Amerîkayê kesekî bi kamyoneke barhelgir ve da nav girseya xelkê û gule li xelkê berdan û ji ber wê jî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kesên din jî birîndar bûn. Ji ber wê jî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamekî hevxemiyê belav kir û êrîş şermezar kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tora xwe ya civakî X de peyamek belav kir û ragehand: ‘’Ez wê êrîşa terorîstî ya New Orleansê şermezar dikim.’’
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku; ‘’Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê dema zehmet de hevxemiya xwe ji bo qurbanan û malbatên wan û gelê Amerîkayê radigehîne.’’
Herwaha ragehand: ‘’Gelê me gelek qurbanî dane di şer û tekoşîna dijî terorê de, herwaha teror heta naha jî gefxwarine li ser navçeyê û hemû cîhanê.’’
Basnews
