• Tuesday, 10 February 2026
logo

Sûriye.. Guhertina hin desên perwerdeyê bû sedema karvedanan

Gulan Media January 2, 2025 Nûçe
Sûriye.. Guhertina hin desên perwerdeyê bû sedema karvedanan

Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hin guhartin di minhaca perwerdeyê de kirin, ev yek jî rastî karvedanên nerazîbûnê hatin.

Ajansa nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) û rûpela Facebookê ya Wezareta Perwerdeyê hejmarek guhertinan belav kirin, tê de çend dersên ji pola yekem û heta pola sêyem a navîn guhartin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de got: "Guhertina dersan di polên yek heta sê ya navîn ji aliyê desthilatên Sûriyeyê yên nû ve, binpêkirina mafên pêkhateyan e.”

Van guhertinên, karvedan û gengeşeyek li ser medyaya civakî çêkir, piştî ku tê de dîroka Aramî û Kenanî û dîroka xwedayên kevnar hatine jêbirin û herwiha Zenobia jî wekî karakterek xeyalî binav kir.

Di pirtûkên dîrok û felsefeyê de, paragrafên ku bi xwedayên kevnar û sembolên ne-olî re mijûl dibûn hatin rakirin û gotina “dagirkeriya Osmanî” bi “desthilatdariya Osmanî” hat guhartin.

Wezaretê biryar da ku gelek wêneyan jê bibe, di nav wan de: Cadûbaz, alaya kevn, pereyên Sûrî, xwedawenda Furyona, kevoka sembola xwedayan, Dêra Pîroz, Peykerê Serbazê Winda û wêneyê xwedêwend Mardûk. Herwiha wêneyên Hafiz Esed û Beşar Esed.

Bikarhênerên medyaya civakî dibêjin, ev guhertina bernameyan ne ji mafê hukûmeteke demkî ye, bi taybet ku hin guhertin berûvajî zanist û rastiyên dîrokî ne.

 

K24

Top