Aliyên Rojavayê Kurdistanê ji bo diyaloga bi Şamê re daxwaza garantiya navdewletî dikin
Serkirdeyê Partiya Pêşverû diyar kir, ku heta niha ti danûstandinên fermî di navbera Kurdan û Hikûmeta Sûriyê de çê nebûne, lê hinek hewl hebûn û eger ew diyalog bi garantoriya Rûsyayê be dê baş be.
Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Ehmed Berekat, tekezî li ser wê yekê jî kir ku ji aliyên Kurdî tê xwestin bi yek deng û helwest û yek bernameyê têkevin diyalogeke wiha ligel Hikûmetê.
Ehmed Berekat got: “Ti diyalogeke fermî di navbera tevgera siyasî ya Kurdî û Şamê de çi nebûye. Em bihêvî ne û em dixwazin ku ew diyalog û danûstandin çêbibe , û tevgera siyasî ya Kurdî bi giştî eger îmaka wê hebe, li ser kaxezeke hevbeş û bi nerîneke hevbeş herin bi rejîmê re danûstandinê bikin, ew jî bi çavdêrî û garantoriya Rûsya. Eger Rûs di navbera me û Şamê de navbeynkar bin, dê tiştekî baş be, bi baweriya me, em dê bikarin hin gavan bihavêjin. Bêyî vê yekê, em wiha dibînin ku em bi tena serê xwe û her partiyek bixwe biçe Şamê, em nikarin tiştekî bikin.”
Serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye, PDK-Sê nîşan bi wê yekê da ku Hikûmeta Sûrî serederiyeke ewlkarî ligel doza Kurdî dike, behsa helwesta Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê jî kir, ku çareseriya pirsa kurdî û ya Sûriyê bi rêya Neteweyên Yekbûyî tê kirin.
Endamê Polîtbîroya PDK-Sê, Muhsin Tahir da xuyakirin: “Îro rejîma Sûriyê heta vê gave jî ne hazir e ku diyalogê bi Kurdan re bike. Heta niha jî vexwandinên rejîma Sûriyê (ji bo aliyên Kurd) di rêya dezgehên emnî re ye. Li gor proje û nerîna me, pirsgirêka Sûrî bi giştî û pirsgirêka Kurdî bi rêya biryarên navdewletî û hevdîtinên Cinêvê tê çareserkirin, nameze jî biryarên 2254 û 2118 ên Encûmena Asayişa Navdewletî.
Serkirdeyê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê jî nîşan bi wê yekê da ku projeyeke amadekirî li cem Rêveberiya Xweser heye, ku pêwîst e kar bi wê projeyê bihê kirin.
Rudaw
