• Wednesday, 11 February 2026
logo

Îranê ew kes girt ku vîdeoya ketina balafira Ukraynê tomar kiribû

Gulan Media January 15, 2020 Nûçe
Îranê ew kes girt ku vîdeoya ketina balafira Ukraynê tomar kiribû
Herî dawiyê Komara Îslamî ya Îranê ragihand kesê ku dîmenê vêketina mûşekê bi firokeyê tomar kirine hatiye girtin û dixwazin lêpirsînê pêre bikin.

Medyayên Îranê belav kirine, li ser fermana Dozgerê Giştî yê Îranê, hêzên ewlehiyê yên wî welatî roja Sêşemê ew kes desteser kirine ku dîmenên vîdyoyî yên ketina balafira Ukraynî û dema pêketina mûşekê bi wê balafirê tomar kiriye.

Li gor heman zanyariyan, hêzên ewlehiyê yên Îranê bi fermana dadgehê, têkildarî bûyera ketina balafira Ukraynî hejmarek kesên din jî desteser kirine.

Piştî belavûna nûçeya girtina wan kesan, Nerîman Xerîb, ew rojnamevanê ku bp cara yekem ew vîdeo li ser twîttera xwe belav kiribû, di twîttekê de ragihand: “Çavkaniyê ku ew vîdeo jê re şandiye, tendirustiya wî baş e û li cihekî ewle ye û Îranê kesekî şaş desteser kiriye.”

Nerîman Xerîb daxwaz ji Serokwezîrê Kenedayê û Wezareta Derve ya wî welatî kir, ku destwerdanê di wê rewşê de bikin û daxwaz ji Îranê bikin, ku wan kesên bi şaş hatine girtin, azad bike.

Desteserkirina wan kesan di demekê de ye, ku her roja Sêşemê Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ragihand, wan komîteyeke nû bo encamdana lêkolînên li ser bûyera xistina balafira Ukraynî pêkaniye û tekez kir, kesên ku dest di bûyerê de hebûbin, dê bêne cezakirin.

Çarşemiya bihorî û çend demjimêran piştî êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser binkeyên hêzên Amerîkayê yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê, balafireke Ukraynî 6 xûlekan piştî rabûna ji Balafirxaneya Îmam Xumêynî ya Tehranê kete xwarê û her 176 kesên têde canê xwe ji dest dan.

Berpirsên Îranê destpêkê heta 3 rojan ragihandin, ku balafir bi sedema pirsgirêkên teknîkî ketiye, lê belê piştî belavûna hin dîmenên vîdyoyî, Îranê îtîraf kir, ku balafir bi mûşeka wan û bi gotina wan di encama “şaşiyeke mirovî” de ketiye xwarê û daxwaza lêborînê xwast.

Li aliyekê din, cenazeyê 100 kesan ji qurbaniyên balafira Ukraine hatine naskirin û 30 cenaze radestî malbatên wan hatine kirin.

Serokê Dozgeriya Karûbarê Tawanan a Tehranê, Mihemed Şehriyarî ragihand, beşek din ji cenazeyan amade ne û dê radestî malbatên wan bêne kirin û dê heta dawiya vê heftiyê cenazeyên din jî nas bikin.

Pizîşkiya Dadê ya Îranê jî daxwaz ji malbatên qurbaniyan kiribû serdana wan bikin daku nimûneya DNA ji wan bê wergirtin, ji bo ku kesûkarên wan bêne naskirin.

Li ser lêkolînên bûyerê jî, Berdevkê Dozgerê Giştî yê Îranê, Xulam-Hisên Ismaîlî ragihand, çend kes hatine girtine ku destê wan di vê bûyerê de hebûye û 72 saet dibe ku wan dest bi lêkolînê kirine.

Hesen Rûhanî jî îro got, pêwîst e lêpirsîn bi her kesê re bê kirin ku dest di wê bûyerê de hebûye.

Rudaw
Top