Hesen Nesrelleh gefê li Amerika jî, dixwe (!)
Nesrelleh dibêje: “Amerika ger di demek nêzîk de serbazên xwe ji Rojhilata Navîn ne vekşîne, dê termên serbazên wan bo Amerika vegerin”.
Hesen Nesrelleh pesnê êrîşa mûşekî ya Îranê hemberî binkeyên Amerika ji dide û diyar dike: “Hemû binkeyên Amerika dikevin çarçoveya êrîşên mûşekî yên Komara Islamî û ev yek hişyariyek ji Amerika û Israilê re ye”.
Rêberê Hizbullah a Lubnanê, berî çend rojan dijî Serok Barzanî axaftinên bê-hed gotibûn, ku ji alî Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê ve rastî rexneyên giran hatibû.
K24
