• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Îmaratê balafirek kete xwarê û 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Gulan Media December 31, 2024 Nûçe
Li Îmaratê balafirek kete xwarê û 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Ajansa nûçeyan a SKY News Erebî ragehandiye, ku belafireke biçûk a ser bi klûba sporê ya Cezîreya Îmaratê ku klûbeke  esmaniye, li peravên Reis Xême ket xwarê.

Desteya Giştî ya Balafirvaniya Îmaratê, daxuyaniyek belav kiriye û tê de hatiye diyar kirin, ew balafir li peravên Reis Xime ketiye xwarê û balafirvan û kesê gel wî jiyana xwe ji dest dane.

Herwaha aşkera kiriye, desteya balafirvaniya Îmaratê di derbarê sedema ketina wê balafirê de lêkolîn dane destpê kirin.

 

Basnews

Top