Serokê Hikûmetê pîrozbahî li Selahedîn Mihemed Behaedîn kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Selahedîn Mihemed Behaedîn û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30.12.2024ê, di pêwendiyeke telefonî de bi boneya dubare hilbijartina Selahedîn Mihemed Behaedîn wek Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û serkeftina kongreya nehemîn a Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê pîrozbahî lê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de da zanîn: “Di pêwendiyê de behsa qonaxa hestiyar a niha jî hat kirin û tekezî li ser karê bi hev re ji bo parastina berjewendiyên neteweyî, hate kirin.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê spasî û pêzanîna xwe ji bo pêwendî û pîrozbahiyên Serokwezîr nîşan da.”
