Putin daxwaza jêborînê li Azerbeycanê kir: Me bi xeletî balefir xist
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin daxwaza jêborînê li Serokê Azerbeycanê dike û dibêje, balefira Azerbeycanê di demekî de berketiye ku hêzên berevaniya esmanî ya Rûsyayê bersiva dronên Ukraynayê didan.
Li gor ajansên navnetewî Vladimir Putin peywendiyekî telefonî ya li gel Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev de, daxwaza jêborînê lê kiriye û ragehandiye, hêza berevaniya esmanî ya Rûsyayê bi xeletî balefira Azerbeycanê kirine armanc.
Roja 26.12.2024ê ajansên cîhanî belav kirin ku piştî ketina xwarê ya balefirekî xetên esmanî ya Azerbeycanê, tê gotin ku ji aliyê Rûsyayê ve hatibe xistin.
Ji ber ketina balefira Azerbeycanê ya rêwiyan li Kazaxistanê 38 kesan jiyana xwe ji dest dan û 29 kesên din jî rizgar bûn.
Basnews
