• Tuesday, 10 February 2026
logo

Gideon Saar: Lazime cîhan Kurdan biparêze

Gulan Media December 29, 2024 Nûçe
Gideon Saar: Lazime cîhan Kurdan biparêze

Dibêje metirsiyên mezin li ser Kurdan hene.

Wezîrê derve yê Îsraîlê Gideon Saar di hevpeyvîneke xwe ya li gel çapemeniya Îsraîlî de ragihandiye ku, gelê Kurd qurbaniyên gelek zêde di şerê dijî DIŞIê de dane û niha metirsiyên gelek mezin li ser gelê Kurd hene, lewre lazime hem Îsraîl û hem jî civaka cîhanî xwedî ji Kurdan derkevin û wan li hember metirsî û êrîşan biparêzin.

Saar herwiha eşkere kiriye ku, di têkiliyên xwe yên li gel hevpîşeyên xwe weke wezîrê derve yê Amerîkayê, hertim behsa gelê Kurd û metirsiyên ser gelê Kurd kiriye û tekez li ser pêwîstiya piştîvanî kirin û parastina gelê Kurd kiriye.

Nav hatî eşkere kiriye ku, Kurd hevpeymanên Rojavayê ne, gelek hêjane lewre lazime werin piştîvanîkirin.
 

Top