• Wednesday, 11 February 2026
logo

Malbatên qurbaniyên bûyera Egeyê: Bila kes baweriyê bi qaçaxçiyan neyne

Gulan Media January 14, 2020 Nûçe
Malbatên qurbaniyên bûyera Egeyê: Bila kes baweriyê bi qaçaxçiyan neyne
12 Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê li di deryaya Ege (Îce) de li navbera Tirkiyê û Yunanê di belemekê de binav bûn û hemû xeniqîn û ji malbatekê bûn û ji bajarê Amûdê bûn. 11 term hatine dîtin, yek jî hîn wenda ye, 7 kes jî ku ji heman malbatê bûn û ew jî ketibûne bin avê, hatine rizgarkirin. Kesên xeniqîne 9 zarok û 3 jin in.

Berî 2 rojan, bûyereke xembar qewimî, belema 12 Kurdên Rojavayê Kurdistanê li nav deryaya Egeyê de binav bû û di encamê de hemû xeniqîn û niha jî cenazeyên wan li Îzmîrê ne.

Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk ku ev 2 rojin li cihê bûyerê ye, xwe gihande malbatên wan, ew dibêjin, bila tu kes baweriyê bi qaçaxçiyan neyne, bi belemên xirab û lastîk penaberan dibin nava deryayê.

Nejbîr bebikeke 6 mehî bû malbata wê beriya 3 salan ji ber şer ji Hesekê derket û çû navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê. Piştî demekê jî çûn îzmirê. Bavê wê xwest li Ewropa jiyaneke baştir bo wê amade bikê. Lê behra Egeyê rê neda û ew tevî dayîka xwe Nesrînê xeniqî.

Rebîh jî 8 salî bû. Bavê wî Cabir 3 sal berê di Şerê li dij DAIŞê de şehîd bû. Diya Rebîh û birayekî wî yê biçûk xwe gihandin Ewropa. Rebîh li ba pîrika xwe ma li Tirkiye. Piştî salan Rebîh jî xwest bigihê ba dayîk û birayê xwe. Rebîhê sewî rabû tev pîra xwe da rêya avê. Lê pêlên behra Ege rê û durb li wî jî birîn! Pîra wî rizgar bû. Rebîh ma di behrê de, dayîk û bira li Almanya, bav cangorî.

Di şeva 10ê Kanûnê de 19 koçberê ji Hesekê û Serê kaniyê xwestin bi belemeke 4 kesî derbasî Yûnanê bibin. Ji Çeşme ya navçeya Îzmirê siwar bûn da bighîjin cîhaneke kû li gor rûmeta mirovbûnê be. Lê piştî nîv seatekê belem noq bû. 8 jê zarok, 11 esan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî karesata ku bi serê koçberan de hat 6 kesên ku mesûlê bûyerê hatin girtin. 8 kesên rizgarbûyî hîna di jêr çavdêriyê de ne. Termên qurbaniyan jî Tipa Dadwerî ya Îzmirê têne ragirtin.

Biryare sibe cenazeyên wan her 11 penaber radestî malbatên wan bêne kirin.

Rudaw
Top